Saturday, July 11, 2020
HomemanshetReqqa pakrawanekî xwe oxir dike
manshetNûçeŞehîdên me

Reqqa pakrawanekî xwe oxir dike

REQQA – Xelkê bajarê Reqqa îro bi merasîmeke girseyî cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirî Ehmed Hisên El-Ebdellah li goristana gundê El-Hikûmiyê oxir kirin.

Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên Encumena Sivîl a Reqqayê di merasîmê de beşdar bûn.

Merasîm bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan û torekeke leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir.

Di merasîmê de her wiha Serokê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundê Hezînê Hacî Resûl axaftinek kir û ji bo pakrawanan sersaxî xwest.

Hacî Resûl got: “Em îro pakrawanekî xwe oxir dikin. Em soz didin tevaya pakrawanên xwe ku em ê riya wan berdewam bikin hetanî ku em serkeftinê bi dest bixin.”

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk jî Jînda Mihemed axivî: “Pakrawanên me ronahiya têkoşînê ne. Bêyî van pakrawanan me nikarîbû bi xêr û xweşî li ser vê xaka pîroz jiyan bikin. Em ji bo terorîstan dibêjin hûn nikarin vîna me bişkînin, ji ber ku em xwedî maf in û xwediyê vê xakê ne.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *