Saturday, November 28, 2020
HomeCihêrengŞaraza û hevkarî.. Pêşengeheke xwendekaran li Hesekê
CihêrengmanshetNûçe

Şaraza û hevkarî.. Pêşengeheke xwendekaran li Hesekê

HESEKÊ – Dibistana “Welîd Nofel” û Dibistana El-Vîlat ên li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê ji bo xwendekarên ku berhemên bi destan çêdikin, pêşengehek vekirin.

Endamên Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Hesekê, Komîteya Şopandinê ya Rêveberiya Giştî ya Hesekê û malbatên xwendekaran beşdarî pêşengehê bûn.

Pêşengeh bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir piştre şanoyek ji aliyê xwendekaran ve hate pêşandan.

Mamosteya Dibistana “Welîd Nofel” axaftinek kir û got: “Em vê pêşengehê vedikin da ku hevkariyê bikin bingeha jiyanê, her wiha ji bo xwendekar jî bikaribe jêhatî û şarazayên xwe derxe pêş.”

Di pêşengehê de xwendekaran atmosfera jiyana kevnar a pêkhateya Erebî hate xuyakirin. Xwendekaran wêneyên ku xêz kirine, alavên berê mîna nanê tenûrê, cezwa qehwê, her wiha gundekî biçûk ku ji heriyê çêkirine pêşkêş kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *