Tebqa.. Di salvegera duyem a rizgarkirinê de

0 555

TEBQA – Salvegera rizgarkirina bajarê Tebqa ku di 1’ê gulana 2017’an de hatiye rizgarkirin nêzîk bûye û xelkê deverê di vê rojê de mezinahiya pakrawanên xwe bi bîr tînin ku bi xwîna xwe xaka herêmê av dan.

Hêzên Sûriya Demokratîk, Encumena Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk di nava herdu salên derbasbûyî de civaka Tebqayê bi rêxistin bikin û xizmeta pêşketin û rizgariyê ji bo xelkê deverê pêşkêş bikin.

Li bajêr gelek sazî û komîte hatin avakirin û rola jinê hate aktîvkirin, bi vê yekê jinan karîbû beşdarî tevahiya aliyên jiyanê bibin.

Têkildarî mijarê Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Cano Piling dibêje: “Em salvegera duyemîn a rizgariya gelê me ji zordariyê pîroz dikin. Ev bîranîn bû ku vîna gelan ji bo jiyana azad pêk anî. Em gelê xwe silav dikin û hertim jê re serkeftinê hêvî dikin.”

Ji aliyê xwe ve Şervana Yekîneyên Parastina Jin Leyla Hîmo salvegera duyemîn li dayîkên pakrawanan û xelkê bakurê Sûriyê pîroz kir û soz da ku dê destkeftiyên deverê biparêze.

Leyla bal kiaşnd ku rizgarkirina Tebqayê mîna destpêkeke nû ji bo jinan bû, her wiha derfeteke nû ya hevjiyana azad bû ku tê de tirs, zordarî û koletî tune ye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.