Wednesday, January 27, 2021
HomeLêkolînKomîteya Aborî ya Tebqa.. Geşbînkirina aborî bi pêşxistina çandiniyê
LêkolînmanshetNûçe

Komîteya Aborî ya Tebqa.. Geşbînkirina aborî bi pêşxistina çandiniyê

TEBQA –  Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Tebqa û gundewarê wê piştî rizgarkirina deverê di 10’ê gulana 2017’an ve hewl didin rewşa aborî ya herêmê geşbîn bike, ku di salên şer de ziyanên mezin çêbibûn.

Rêveberiya Sivîl bi piranî giranî da xebatên aktîvkirina kargehên aborî, nemaze berhemdariya çandiniyê li deverê. Helbet bi wan xebatan re proseya çandiniyê bi peydabûna hêmanên bingehîn ên çandiniyê re bi pêş ket.

Di halê hazir de beşekî mezin ji neştecihên deverê li ser çandinî, masîgirî, xwedîkirina sewalan mîna mîh, çêlek û bizinan jiyan dike. Beşê din jî bi xebatên bazirganî û pîşesaziyê debara xwe dike.

Encumena Sivîl a Tebqayê di 1’ê mijdara 2017’an de hate damezirandin û pê re Komîteya Aborî ya girêdayî encumenê hate çalakirin.

Piştî aktîvkirina komîteyê gerînendeyên taybet bi xebatên pêşxistina aboriyê ve hatin avakirin:

1-Gerînendeya Çandiniyê.

2-Gerînendeya Ceyranê.

3-Gerînendeya Pîşesaziyê.

4-Gerînendeya Bazirganiyê.

5-Mala Koperatîfan.

6-Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê.

7-Navenda vegihînê.

Gerînendeya Çandiniyê: Ev ji yekemîn Gerînende bû ku ji aliyê Komîteya Aborî ve hatiye avakirin û bi vî rengî tê dabeşkirin: Avdanî, Daristan, Parastina Hawirdorê û Sewaldarî.

Her beşeke ji van beşan dest bi lêkolînkirina rewşê kir, miqadarê ziyanan diyar kir. Di destpêkê de planeke çandiniyê ji bo peydakirina genim hate danîn da ku ji sedî 60 ji erdên çandiniyê ji bo genim werin bikaranîn, erdên dewletên hatin diyarkirin, projeyên çandiniyê hatin aktîfkirin, tirimpeyên avdanê ji bo projeya El-Siwêdiyê ya bi firehiyia 1025 hekar hatin amadekirin, daristan hatin parastin.

Gerînendeyê hejmarek ji projeyan jî pêk anî: Plana çandiniyê bi rêjeya ji sedî 100 hate pêkanîn piştî aktîvkirina projeyên El-Widyan-1 û El-Widyan-2 yên bi firehya 220 hekaran. Bi qasî 1500 donim erd bi genim û ceh li El-Tiwêhîniyê hate çandin, ambarê El-Selhebiyê hate amadekirin, piştgirî ji bo guvaşgehên zeytûnan hate dayîn, 6 guvaşgehên Tebqa hatin aktîvkirin, cihên xwedîkirina mirîşkan hatin razemenîkirin, berhemdariya sewaldariyê û masiyan hate parastin, piştgirî ji bo 120 masîgiran hate dayîn, ji bo cotkaran 13 millyon lîtir mazot hate belavkirin, piştgirî ji bo çandiniya di malên blastîk de hat dayîn û dermangehên çandiniyê hatin rûxsetkirin.

Gerînendeya Ceyranê: Tevî derfetên kêm piştî rizgarkirina bajarê Tebqayê karmendên Gerînendeya Ceyranê hêdî hêdî enerjiya ceyranê vegerandin bajêr. Toreya ceyranê bi temamî hatibû wêrankirin, ji ber wê yekê hetanî 5’ê nîsana 2018’an jî xebatên sererastkirinê berewam dikirin. Bi wê yekê ceyran ji bo bajar û gundewarê Tebqayê hate dayîn.

Gerînendeya Pîşesaziyê: Ev gerînende serperîştiyê li kargehên pîşesazî yên bajarê Tebqayê dike, piraniya wan kargehên biçûk in mîna kargehên penêr, helawê, savar û xwarinên zarokan. Li aliyekî din kargehên çêkirina blastîk, hesin, kevir, madeyên avakirinê, aş, guvaşgeh ku hejmara wan bi giştî 168 kargeh hene. Gerînendeya Pîşesazî piştgiriyê dide van kargehan û rûxsetan ji bo wan pêşkêş dike.

Gerînendeya Bazirganiyê: Ev gerînende navê bazirganan û beşên wan diyar dike, her wiha hêmanên bingehîn ji bo peydakirina madeyên bazirganiyê datîne. Gerînende rûxsetan dide bazirganan ji bo dahatiyên bazirganî û dema ku buhayên madeyan têne bilindkirin ew yekser destswerdanê dike. Gerînende rojane serjimêran çêdike derbarê madeyên derbasî bajêr bûne û madeyên ku jê derketine.

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê: Ev ode kar dike ji bo dayîna rûxsetan ji bo parastina bazirganan, her wiha nerînên wan derbarê rewşa bazirganî û pîşesaziyê de digire. Ji bo pêşxistina deverê plan û pêşniyaran jî datîne, ji bo bazara Tebqayê madeyên pêwîst peyda dike.

Mala Koperatîfan: Mala Koperatîfan ji bo bidawîkirina bêkariyê bi riya çend kesan hate damezirandin. Bi riya vê malê piştgirî ji bo pêkanîna ji sedî 70 ji projeyan hatiye pêşkêşkirin.

Navenda Vegihînê: Ev navend kar dike ji bo jinûve aktîvkirina toreya vegihînê, piştî ku wêranî û xerabî li bajêr çêbûye. Navendê karîbû hejmarek ji xebatên navendên fermî aktîv bike mîna Nexweşxaneya El-Wetenî ku 112 xebatên wê hene, her wiha 28 xetên telefonê ji bo saziyên din hatine aktîvkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *