Reqqa ‘Cejna Karkeran’ pîroz dike

0 566

REQQA – Şaredariya Gel Reqqayê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê îro çarşemê pîrozbahiyek organîze kir.

Di pîrozbahiyê de fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Encumena Sivîl a Reqqayê, Rêveberiya Jin, nûnerên şaredariyan û hejmarek ji hemwelatiyan beşdar bûn.

Di şahiyê de Hevserokê Şaredariya Gel a Reqqayê Ehmed El-Ibrahîm pîrozbahî li tevahiya karkeran kir û got: “Yekê gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê ye. Em ji bajarê aştiyê Reqqa hemû kesên karker û kedkar ku ji xwîdana eniya xwe dixwe, silav dikin. Em ji wan re dibêjin hûn kilîta jiyanê û deriyê wê ne. Her sal û hûn bextewar bin.”

Endama Komîteya Karûbarên Civakî û Kar Xifran El-Ehmed El-Hemdî jî axaftinek kir û got: “Em kêfxweş in ku îro cejna karkeran pîroz dikin. Em ji bo wan tenduristiyeke baş û serkeftinê di karê wan ê pîroz de hêvî dikin.”

El-Ehmed berdewam kir: “Kesên karker pêşengîtiya avakirina welat kirin, di mercên aloziyê de xwe kirin yek, bi şev û roj kar kirin da ku xizmeta hemwelatiyan bikin. Em dîsa pîrozbahiyên xwe dûbare dikin û hêvîdar in ku cejna karkeran a bê bêhtir serkeftî be.”

Pîrozbahî bi stranên gelerî yê komên Navenda Çand û Hunerê ya Reqqayê bi dawî bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.