Wednesday, August 17, 2022
HomeÇalakîTebqa salvegera duyemîn a rizgarkirinê pîroz dike
ÇalakîmanshetNûçe

Tebqa salvegera duyemîn a rizgarkirinê pîroz dike

TEBQA – Rêveberiya Sivîl a bajarê Tebqa bi hevahengiya li gel Hêzên Sûriya Demokratîk îro şahiya pîrozkirina salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê Tebqa ji rêxistina DAIŞ’ê li dar xist.

Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, Hevpeymaniya Navnetewî, Yekîneyên Parastina Jin, nûnerên Encumena Sûriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Encumena Jin a  Sûriyê, şêx û rûspiyên eşîreyên bakur û rojhilatê Sûriyê tevî hejmareke mezin a xelkê deverê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Şahî bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan û toreneke leşkerî ya ji aliyê 500 şervanên hêzên Komandos, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Parastina Sînor, Fermandariya Focan, Dîsplîna Leşkerî û Yekîneyên Parastina Jin dest pê kir.

Di şahiyê de ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk Mihemed Ra’iûf axaftinek pêşkêş kir û salvegera duyemîn a rizgarkirina Tebqayê û azadiya wê ya ramyarî û çandî li gelê herêmê pîroz kir.

Rai’ûf got: “Me misyona xelasiya mirovahyê ji vê terorê hilgirt ser xwe û dawî li mezintirîn rêxistina terorîst a cîhanê anî û şerê wê kir. Ev du sal in bi ked û kar em parastina bajarê xwee dikin ku bi xwîna lehengên me hatiye rizgarkirin.”

Ji aliyê xwe ve Endama Hevserokatiya Encumena Zagonsaz Rewşen Hemê bi navê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê axaftinek kir û got: “Ev du sal in bajarê me nefesa azadiyê dikişîne piştî rakirina tarîtiyê û derketina berbaneke nû. Ev yek jî piştî berxwedaniyeke dîrokî çêbûye da ku ji nû ve hêviya xelkê bajêr vegere ku bi vîn û berxwedaniyê dikare azadî û serkeftinê bi dest bixe.”

Hemê tekez kir ku bêyî van hêzan wê serkeftina nebûya, ji ber wê çendê ev serkeftina gelên bindest li hemberî stemkaran e, her wiha rojbûneke nû ji bo mirovahiyê û gelên herêmê ye.

Hemê berdewam kir ku pêwîste ew destê xwe bidin hev da ku dawiyê li ramanên tund bînin, ev jî bi riya belavkirina ramaneke azad û zanebûnê pêk tê.

Di pîrozbahiyê de bi beşdariya komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê, komên ciwanan û koma dîlanê ya Kobanê stranên gelerî, govend û şano hatin pêşkêşkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *