Tuesday, November 24, 2020
Homemanshet‘Afrînerên Pêşerojê’ dewreya sêyemîn bi dawî dike
manshetNûçe

‘Afrînerên Pêşerojê’ dewreya sêyemîn bi dawî dike

REQQA – Navenda Zarokatiya Aram a “Ekîba Afrînerên Pêşerojê” dewreya xwe ya sêyemîn ji bo fêrkirina 76 xwendekarên ji Reqqayê yên ji perwerdekirinê bê par mabûn, bi dawî kir.

Dewre bi pîrozbahiyekê bi dawî bû ku tê de mamosteyên navendê tevî malbatên zarokên xwendekaran beşdar bûn.

Şahî bi dîlanên hunerî yên zarokan dest pê kir, piştre Karîgerê “Ekîba Afrînerên Pêşerojê” Mihemed El-Dexîl got: “Me îro dewreya sêyemîn bi dawî kir ji bo wan xwendekarên di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de ji mafê perwerdeyê bê par mabûn. Ew xwendekar niha êdî amade ne xwendina xwe li dibistanên fermî berdewam bikin.”

Di dawiya pîrozbahiyê de bawernameyên sembolîk li wan xwendekaran hatin belavkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *