Akademiya Leşkerî ya Suryanî dewreyekê vedike

0 546

HESEKÊ – Akademiya Şehîd Akad a girêdayî Encumena Leşkerî ya Suryanî dewreyeke perwerdeya leşkerî ya bi navê “Dewreya Şehîd Bobel” ku wê mehekê dirêj bike, vekir.

Di vê dewreyê de şervan li ser bikaranîna çekên giran û navîn, her wiha setratejiyên şer û semînerên siyasî perwerdeyê dibînin.

Aryan Hesekê yek ji wan şervanan e ku di nava perwerdeyê de cih digire tekez dike ku  şervan ji bo avakirina kesayeta xwe perwerdeyê dibîne û got: “Perwerde bingeha Netewa Demokratîk e.”

Li gorî bernameya dewreyê wê di perwerdeya leşkerî de li ser bikaranîna çekên sivik, RBG, bombe û wekî din dersên pratîkî werin dayîn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.