Thursday, September 24, 2020
HomemanshetAmadebeşiyên ezmûnan li Tebqa bi dawî dibin
manshetNûçeتعليم

Amadebeşiyên ezmûnan li Tebqa bi dawî dibin

TEBQA – Komîteya Perwerde û Hîndekarî ya Herêma Tebqa amadebeşiyên xwe yên ji bo destpêkirina proseya pêkanîna ezmûnên werza hîndekarî ya duyemîn a sala 2018-2019’an bi dawî dike. Ezmûn dê di 5’ê meha gulana 2019’an de dest pê bikin û di 14’ê heman mehê de bi dawî bibin.

Di vê çarçoveyê de komîteyê ji bo dibistanên bajarê Tebqa û gundewarê wê gelek serdan pêk anî, bi armanca ku ji nêz ve proseya perwerde û hîndekarî bişopîne, her wiha çavdêriyê li asta xebatên perwerdeyê û xwendekaran bike.

Ji bo vê yekê pirsên ezmûnan ji aliyê mamosteyên pispor ên perwerdehiyê hatine amadekirin.

Ji bo xwendekarên refên ji 1 heta 4’an ên asta seretayî ku hejmara wan 20 hezar şagirtin in wê ezmûn li gorî nirxandina zanyariyan pêk were.

Lê ji bo xeleka duyem ango ji refa 5’an a seretayî hetanî refa 9’an a navîn ku hejmara wan 27 hezar xwendekar in dê encam li gorî ezmûnên çapkirî were derxistin.

Endamê Hevserokatiya Komîteya Perwerde û Hîndekarî li Tebqa Henano Xelîfê got: “Di dema ezmûnan de em ê xwendekaran dabeşî du aliyan bikin da ku dibistanên herêmê bikaribin hejmara xwendekaran hilgirin. Dê mamoste bi xwe li gorî perspektîfên komîteyê çavdêriyê li proseya ezmûnan bikin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *