Sunday, December 6, 2020
HomemanshetJi bo pakrawan Ehmed El-Ebdellah sersaxî tê xwestin
manshetNûçeŞehîdên me

Ji bo pakrawan Ehmed El-Ebdellah sersaxî tê xwestin

REQQA – Saziya Karûbarên Malbatên Pakrawanan a Hêzên Sûriya Demokratîk, Encumena Malbatên Pakrawanan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Reqqayê ji bo malbata pakrawan Ehmed El-Ebdellah sersaxî xwestin.

Di rê û resmên sersaxiyê de Endamê Saziya Karûbarên Malbatên Pakrawanan Îbrahîm El-Ebdellah axaftinek kir û got: “Pakrawanan xwe canê xwe veda kirin ji bo welatekî azad ku di nava xwe de hemû pêkhateyan hembêz dike. Bêyî van pakrawanan me nedikarî ti serkeftinê bi dest bixin.”

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Encumenên Xeta Bakur a Bajarê Reqqayê Umer El-Ziyab axivî û ji bo malbata pakrawan sersaxî xwest, her wiha hêvî kir ku xwedan sebrê bide malbatê.

El-Ziyab got: “Pakrawan me ronahiya riya me ne. Bi fedakariyên wan em karîbû xewna rizgarkirina herêmê ji terora terî pêk bînin. Em ji pakrawanên xwe re dibêjin ku xwîna we vala neçûye û em dê li ser riya we bimînin.”

Malbata pakrawan Ehmed El-Ebdellah spasiyên xwe pêşkêşî Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirî kir ji ber alîkariya ku ji bo malbatê pêşkêş kirine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *