Yekem Konferansa Rêveberiya Jin a Reqqa

0 554

REQQA – Îro bi durişmeya “Azadiya jin bingeha demorasî û rihê guhertinê ye”, Yekemîn Konferansa Rêveberiya Jin a Reqqayê hate lidarxistin ku weke nîşaneyeke girîng a aktîvkirina rola jinê di nava civakê de ye.

Konferans bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan bi beşdariya encumen û rêveberiyên jin ên bakur û rojhilatê Sûriyê, fermanarên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hejmarek ji jinên Reqqayê dest pê kir.

Axaftina vekirina konferansê ji aliyê rêvebera Encumena Malbatên Pakrawanan Şemis El-Salih ve hat kirin. El-Salih got: “Em îro li vir li pêşbirî serkeftinên mezin ên jinan disekinin ku bûne sembola serkeftinê. Dema ku jin rizgar dibe tevahiya civakê rizgar dibe. Tevî salên ji tarîtiyê ku bi ser jinan ve hatine jî, lê dîsa bi hêza xwe serî hildan û konê tarî li ser xwe rakirin.”

Bi navê Nivîsgeha Jin a Encumena Sûriya Demokratîk jî Ilham Umer axivî û got: “Jinên Reqqayê gelek êş ji destê rêxistina DAIŞ’ê xwarine. Ew rastî kuştin û celdkirinê hatiye, her wiha mafê wê ji dest hatine girtin. Bi vê konferansê jina Reqqayê tekez dike ku rihê jiyanê li gel digire û xwedî vîneke mezin e.”

Hevseroka Encumena Sivîl a Reqqayê Leyla Mustefa jî axaftinek pêşkêş kir û got: “Em îro li vir rengên buharê dibînin li her goşeyekê. Jinên Ereb, Kurd, Çerkes û Ermen bi hev re ne, ev jin dikarin pêşeroja xwe bi vîn û azadiya xwe xêz bike.”

Di konferansê de fîlmekî dokomenterî derbarê xebatên jinan de hate pêşandan, her wiha rêziknameya Yekîtiya Jinan hat xwendin û guhertinên pêwîst hatin kirin. Li gel vê yekê planên pêşerojê yê karê yekîtiyê jî hate danîn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.