Saturday, November 28, 2020
HomeÇalakîKomxebata Eşîreyên Sûriyê: Divê dagirkeriya Tirkiyê ji Sûriyê were derxistin
ÇalakîmanshetNûçe

Komxebata Eşîreyên Sûriyê: Divê dagirkeriya Tirkiyê ji Sûriyê were derxistin

EYN ÎSSA – Bi serperîştiyia Encumena Sûriya Demokratîk (MSD) îro sibehê li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî Komxebata Eşîreyên Sûriyê dest pê kir.

Komxebat bi beşdariya  bi dirûşmeya “Eşîreyên Sûriyê civakê diparêzin hevpeyamana civakî misoger dikin” hate organîzekirin.

Bi hezaran ji nûner û rûspiyên eşîreyên deverên Sûriyê (Hema, Şehba, Efrîn, Minbic, Firat, Reqqa, Tebqa, Cizîrê û Dêra Zorê) tevî Asûrî, Suryan, Êzidî û nûnereên partiyên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyê beşdarî komxebatê bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk, Encumena Leşkerî ya Minbicê, Encumena Sûriya Demokatîk jî di komxebatê de amade bûn.

Komxebat bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir. Piştre Seroka Desteya Rêveber a Encumena Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed silav li beşdaran kir û wiha got: “Îro li vir em pev re pêşeroja xwe xêz dikin û Sûriyeke nû bi yekdestî ava dikin. Berê xwe piştî têkbirina terorê, pev re diyar dikin û çawa pev re bigihîjin peymaneke nû û yekkirina gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û çandên xwe. Pev re kom dibin ku Sûriyeke nû di vê pêvajoya nazik de binexşînin, bi taybet çavên dijmin hemû li ser gelê Sûriyê ne. Ji ber ku di têkbirina terorê de û nexşkirina jiyaneke nû de, we gelek qurbanî dan.”

Ehmed tekez kir kur parçekirina xaka Sûriyê, nijadpersetî û tu nakokiyên ku di navbera pêkhateyan de li ser bingehê netewe û etnîkî der bikevin, red dikin.

Di berdewama axaftina xwe de Îlham Ehmed îşaret pê kir ku kombûna wan nameyek e ku ji hemû cîhanê re bibêjin hûn çi dikin bikin, hûn nikarin vîna me ya ku teror têk biriye û azarên ku ji hêla destpotiya rejîma Sûriyê ve kişandine, bişikînin. Her wiha xuya kir ku dikarin hemû dozên xwe yên hundirîn bi xwe çareser bikin û hewceyî tu hêzekê nabin ku pirsgirêkan çareser bikin.

Ehmed bal kişand ser herêmên nû ji terorê hatine rizgarkirin û wiha pê de çû: “Em dizanin ku pêdiviya wan herêman bi xizmetguzariyê heye. Ev daxwaz jî dikare bê çareserkirin û dabînkirin û ne ku dozên nayên çareserkirin. Çawa ku zimanê diyalogê di navbera me de heye, em serkeftî ne. Ev jî tê wateya em dikarin hemû astengiyan derbas bikin û tu tişt dijwar nîn e.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê wiha lê zêde kir: “Li gel me vîn û fikra stratejîk heye. Ev jî tê wateya ku li pêş in û Sûriyeke nû dê bi rê ve bibin. Destpêka xebata me parastina ewlehî û aramiya van herêman e û dabînkirina pêdiviyên şêniyên herêman û xurtkirina Rêveberiya Xweser e da ku şênî pê re bin.”

Îlham Ehmed di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kir ku herêmên dagirkirî dê rastî girîngiyeke mezin bên da ku bên rizgarkirin û wiha domand: “Nameya xwe ji raya giştî û cîhanê re bi rê dikin ku hemû cureyên dagirkeriyê bi dawî bikin û deriyê derfetan li pêş penaber û koçberan vekin da ku vegerin warên xwe. Her wiha dest bi diyalogên nû bikin ku Sûriya nû ava bikin.”

Piştre Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî axaftinek kir û bal kişand ser nêrîna QSD’ê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê.

Ebdî got: “Hêzên me banga yekîtiya xaka Sûriyeyê dike, em bi danûstandinên Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê bawer in. Em teqez dikin ku ne mumkine herêmê vegere mîna rewşên beriya salan 2011’an. Em teqez dikin ku bêyî lihevkirinê çareserî ne pêkan e. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê em amade ne bi rejîmê re diyalogan pêk bînin.”

Her wiha diyar kir ku “Heger di desturê de îtîraf bi mafên gelê Sûriyê û Rêveberiya Xweser a ku xizmeta pêkhateyên herêmê dike, neyê kirin ne mumkine Sûriyeke demokratîk were avakirin. Divê QSD‘ê û rola wê ya di parastina herêmê de ku gelek dever rizgarkirin di pêşerojê de were qebûlkirin.”

Mezlûm Ebdî di berdewama axaftina xwe de dewleta Tirkiyê muxateb kir û diyar kir ku danûstandinên ne yekser bi rêya hevkaran bi dewleta Tirk re hene û teqez kir ku ew amade ne danûstandinan bikin û pirsgirêkên heyî bi rêya danûstandina û bi rêyên aştiyane “Bi şertan” çareser bikin  û wiha deam kir: “Em amade ne ku li daxwazên  dewleta Tirk ên li sînor binêrin.” Di heman demê de Ebdî ji dewleta Tirk xwest ku destwerdana karûbarên Sûriyê neke û ji serweriya dewleta Sûriyê rêzdar be.

Ebdî got: “Dewleta Tirk heger çareseriyê bixwaze bila Efrîn li xelkên wê re vegerîne, heger xelkên Efrînê venegerin war û nava xwezaya xwe em nikarin bighêjin çareseriyê.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê got: “QSD‘ê li pêşberî pêvajoyeek nû ye, bi taybet piştî serkeftinên wê yên li dijî terorê, lê hîna gelek mijar girêdayî ewlehiyê ji me tê xwestin, ji ber ku xeteriya çeteyên DAIŞ‘ê hîna li ser rêveberiya me, saziyên me û kesayetên civakî heye, em ê şerê wan bikin heta bi temamî tune bikin. Dema me heye ku ev zehmetî û pirsgirêkan derbas bikin, beriya niha jî em li hemberî hemû keleman sekinîn û li dijî DAIŞ bi ser ketin. Dîsa dibêjin çawa me hevgirtina xwe ya sivîl û leşkerî çêkir, divê em vê hevgirtina xwe  xurtir bikin da ku pirsgirêkên nû çareser bikin.”

Bi navê Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid û bi navê Encumena Jin a Sûriyê Lîna Berekat axaftin kirin û tekez kirin li ser rola girîng a Hêzên Sûriya Demokratîk.

Axaftvanan gotin ku ew peywendîdarên parastina deverê û pêşkêkirina hemû derfetên xizmetguzariyê ne, her wiha pêdawîstiya wan bi yekîtiyê heye. Di axaftinan de girîngiya rola eşîreyên Sûriyê jî hate nirxandin.

Bi navê eşîreyên Sûriyê jî axaftin hatin kirin. Di axaftinên eşîreyan de spasî ji bo Encumena Sûriya Demokratîk hate pêşkêşkirin û tekezî hate kirin ku divê dagirkeriya Tirkiyê ji deverên bakurê Sûriyê derkeve.

Şêx û rûspiyên eşîreyên Sûriyê diyar kirin ku ew bi xwe dikarin gengeşeyên xwe çareser bikin bêyî ku ti hêzek ji dever destwerdanê bike.

Komxebata Eşîreyê Sûriyê bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *