Wednesday, December 1, 2021
Homemanshet41 şervanên QSD’ê perwerdeya xwe qedandin
manshetNûçe

41 şervanên QSD’ê perwerdeya xwe qedandin

Akademiya Şehîd Feyad El-Şiblî û Sariya Ronahî du dewreyên perwerdeya leşkerî ya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk bi dawî kirin.

Herdu dewreyên bi navê Şehîd Seqir Mensûra û Şehîd Dijwar El-Iraqî 41 şervavn di nava xwe de hilgirtin. Ev dewre taybet bi rakirina mayîn, teqemenî û sekvaniyê hate organîzekirin.

Torena bidawîkirina dewreyan bi beşdariya Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin bi kêliyeke rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir.

Di torenê de ji fermandarên QSD’ê Kanî Kobanê bidawîkirina dewreyan li şervanan pîroz kir û bal kişand ku misyonên mezin û girîng li hêviya wan in. Kobanê ji wan şervanan daxwaz kir ku çi li akademiyê fêr bûne li ser erdê jî bi cih bînin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *