TEBQA – Xwendekarên dibistanên bajarê Tebqa û gundewarê wê îro dest bi ezmûnên xwe yên sala perwerdeyê ya 2018-2019’an kirin û dê 14’ê gulanê ezmûnan bi dawî bikin.
Ezmûn li 190 dibistanên bajarê Tebqa û gundewarê wê çêbûn û zêdetirî 1800 mamoste çavdêriyê li xebatên ezmûnan dikin.
Ji rêveberên Komîteya Perwerde û Hîndekarî ya Tebqa Ebdulhekîm El-Hisên got: “Me amadekariyên xwe kiribûn. Pirsên ezmûnan jî ji aliyê mamosteyên pispor hatibûn amadekirin, hew wiha dibistan jî bi vê armancê hatibûn hazirkirin.”
El-Hisên ji bo xwendekaran serkeftî di ezmûnên wan de kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk