Tuesday, August 20, 2019
HomeDaxuyanîMSD.. Daxuyanî ji bo raya giştî
DaxuyanîmanshetNûçe

MSD.. Daxuyanî ji bo raya giştî

”Di 3’yê Gulanê de Komxebata Êlên Sûriyê bi sponseriya MSD’ê bi dirûşmeya ‘Rûspiyên Sûriyê civakê û hevpeymana civakî diparêzin’ li dar ket.

Tevlîbûna berfireh a êlên herêmê û peyamên serokeşîran diyar kir ku komxebat Sûrî niştîmanî bû û ji bingeha berpirsyariyê û stratejiyek niştîmanî di vê dema dijwar de destpê kir.

Girtekên ku hikumeta Sûriyê bi zanabûn der heqê hinek kesayetan de girtine, ti bandor li serkeftina kamxebatê nekir.

Ji ber wê destpêkê, em spasiya hemû kesayetên êlî yên welatparêz dikin ku beşdarî komxebatê bûn û yên ku ji ber sedemên diyar nikarîn beşdar bûne.

Wek MSD`ê em tekez dikin ku tevahiya gelên herêmê ji bo pûçkirina planên dagirkeriyê yên li dijî xaka Sûriyê me berdêlên gelek buha dan, bi taybet planên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Sûriyê wekî Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn û rêjeyeke berfireh ji Idlibê. Mixabin Tirkiyê bi navê lihevkirin, herêm dagir kir. Ew kesanan ne ji mafên wan e ku li ser yekitiya xaka Sûriyê û serdestiya Sûriyê biaxivin. Her wiha tu mafê wan tune ye ku Komxebata Êlên Sûriyê bi xiyanet û parçebûnê tewanbar bike. Ev îdiayên wan aliyan  ji rastiyê dûr in.

Wek MSD`ê em û gelê Sûriyê dizanin ku di dirêjahiya aloziya Sûriyê de em ji civînên çareseriyê yên Sûrî hatin bidûrxistin. Piraniya gelê Sûriyê dizanîn ku em dikarin tev li civînan bibin. Mercên me û miqdara fedekariyên ku me di van salan de dane guhertinek rastîn di aloziyê de çêkirin. Projeya me ya demokratîk diyar e û bi rêya wî çareserî pêkan e. Eger ne wisa bûye gelo çima tevahiya civînên çareseriya Sûriyê têk çûn. Em û tevahiya hêzên demokratîk, layîk yên Sûrî û nûnerên civakî yên Sûrî di wan civînan de ne amade bûn.

Ji destpêkê ve berxwedan berbijarka me bû, lidarketina komxebatê wê berbijarkê û binkeftina hewldanên aliyên ku dixwazin tevliheviyê di navbera gelên herêmê de belav bikin û gel bikşînin şerê navxweyî tekez dike. Biryar û pêşniyarên komxebatê teqez dikin ku têkoşîna me ji bo pêkanîna civînên Sûrî berdewam e û kesek nikare me ji vê têkoşînê paşde bixe heya ku aloziya Sûriyê çareser dibe, dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derdikeve û serdestiya Sûriyê vedigere tevahiya xaka wê.

Tu kes nikare me bi parçebûnê tewanbar bike. Ji ber ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser û MSD`ê de hêza tekane bû ya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dagirkeriyê parast. Her wiha zimanê xiyanetkirinê wê vîn û israr me ji bo avakirina Sûriyê demokratîk ku mafê tevahiya gelê Sûriyê misoger dike neşkîne.

Di dawiyê de em tekez dikin ku em di rêya rast de ne û em di wê baweriyê de ne ku serkeftin para me ye. Ji ber ku me jiyana hevpar, biratiya gelan û yekbûna çaranûsê ji xwe re kirine binegh.

Encumena Sûriya Demokratîk

5 gulan 2019

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *