Tuesday, November 24, 2020
HomemanshetReqqa pakrawanê xwe Mihemed Berkis oxir dike
manshetNûçeŞehîdên me

Reqqa pakrawanê xwe Mihemed Berkis oxir dike

REQQA – Xelkê bajarê Reqqayê, îro yekşem, cenazeyê pakrawan Mihememd Ebid Berkis li goristana pakrawanan a li gundê El-Keramê oxir kirin.

Karwanê oxirkirina pakrawan ji gundê “El-Reqqa El-Semra” ber bi goristanê ve bi rê ve ket. Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Endamên Encumena Sivîl a Reqqa û Encumena Malbatên Pakrawanan amade bûn.

Li goristanê merasîm bi xulekek rêzgirtinê û toreneke leşkerî ji hêla endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve destpê kir.

Piştî wê axaftin bi navên Saziya Malbatên Pakrawanan Ehmed El-Seyalî, Hêzên Ewlehiya Hundirîn a El-Keramê Ismaîl El-Hiwêce û Encunena Sivîl a Reqayê Munîr El-Xelef hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata pakrawan re xwest, rola Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji bo parastina ewlehiya herêmê silav kir û soza şopandina riya pakrawanan dan.

Piştî bidawîbûna axaftinan wesîqeya şehadeta pakrawan ji hêla Saziya Malbatên Pakrawanan ve hate xwendin û piştre radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de hevalên pakrawan cenazeyê wî li goristanê di nav tilîliyên dayîkan de spartin axê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *