“Şemis” kêfxweşiyê vedigerîne ruyê zarokan

0 584

TEBQA – Rêxistina  “Şemis” a Perwerdehî û Geşkirinê, îro yekşemê, li Navenda Çandê ya bajarê Tebqa çalakiyek bi navê “Bi hev re ji bo zarokatiyeke xweştir” pêk anî. Armanc ji wê çalakiyê ew e ku piştgiriyeke derûnî bi wan zarokan re were kirin.

Çalakî bi pêşandan şanoyekê û pêşkêşkirina fîlmê karton ên taybet bi zarokan dest pê kir. Di wan fîlman de hate xuyakirin ku divê zarok di vî temenê xwe de ji xwendinê hez bikin, li agahiyan bigerin û bilîzin. Di heman çalakiyê de pêşbirka şetrenc û fotbolê jî di navbera zarokkan de hate organîzekirin.

Yek ji dildarên rêxistina “Şemis” Îman El-Xelef got: “Ev zarok pêdawîstiya wan bi însiyatîfeke wiha hebû, da ku ew gemara rêxistinên terorîst li pey xwe hiştine ji mejiyê wan were rakirin û careke din li zarokatiya xwe vegerin.”

El-Xelef bang li rêxistinên navnetewî kir ku însiyatîfên bi vî rengî li tevaya deverên Sûriyê berdewam bikin da ku zarokan ji wê hişmendiya hanê xelas bikin.

Di dawiyê de zarok bi diyariyan hatin xelatkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.