Hesekê 3 pakrawanên xwe li Dawidiyê oxir dike

0 536

HESEKÊ – Encumena Malbatên Pakrawanan a bajarê Hesekê, îro sêşemê, cenazeyê hersê pakranwanan “Cîhad El-Şiblî, Ebdulletîf Mecîd û Demhat Hesekê” li goristana pakrawanan a li gundê Dawidiyê oxir kir.

Merasîm bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan û toreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve dest pê kir.

Piştre ji rêveberên Encumena Malbatên Pakrawanan Îbrahîm Hisên axaftinek kir û ji bo tevaya pakrawanan dilovanî hêvî kir.

Hisên got: “Em bejna xwe li pêşbirî dayîkên pakrawanan ditewînin. Van kesan riya me ronî kirine û ji bo azadiya vê axê canê xwe feda kirine.”

Ji aliyê xwe ve yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk Ezîz Hesekê got soz da ku rêça pakrawanan berdewam bikin û got: “Bi saya van hêzên me me karîbû projeya Netewa Demokratîk bi ser bixin û azadiya gelên herêmê pêk bînin.”

Piştî axaftinan belgenameyên pakrawanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin, paşê cenazeyên wan di nava tilîlilyên dayîkan û durişmeyan de hatin oxirkirin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.