Wednesday, January 27, 2021
HomemanshetŞaredarî bi hatina “Remezanê” re bazaran kontrol dikin
manshetNûçe

Şaredarî bi hatina “Remezanê” re bazaran kontrol dikin

TEBQA – Li bajarê Tebqa bi hatina “Meha Remezanê” re tevgera bazirganiyê ya di nava bazaran de zêde bûye û proseya kirîn û berhemdariyê jî aktîv bûye.

Şaxê Zabîte û Nivîsgeha Pêjiyanî yên Şaredariya Gel a Tebqa ji bo çavdêriya bazaran û kontorlkirina buhayan, her wiha tekezkirina duristiyan goşt, sebze, konserwa û hwd gerên xwe di nava bajêr de zêde kirine.

Şaxê Zabîteyê jî wan kesan ceza dike ku li gorî biryar û yasayan tev nagerin an jî binpêkirinan dûrbare dikin. Di heman demê de armanc ji van geran ew e ku keysbazî li hemwelatiyan neyê kirin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Tebqa Fatîma Elûş got: “Bi awayekî rojane em li nava bazaran digerin, namaze bazarên sebze. Armanca me ew e ku rê li pêşiya fen û fûtan bigirin, her wiha duristiya jiyana hemwelatiyan biparêzin.”

Elûş berdewam kir ku ew giliyên hemwelatiyan ên li hemberî xwediyên dikanan di bere çavan re derbas dikin û bi vî rengî aramî û ewlehiya bazaran diparêzin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *