Desteya Çandê serdana cihên olî dike

0 548

TEBQA – Şandeyek ji Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li bajarê Tebqa serdana cihên şaristanên Xiristiyan û Muslimanan kir.

Ev serdan di wê çarçoveyê de pêk hat ku Desteya Çand û Hunerê armanc dike li ser  cihên şaristanî yên rastî wêrankirinê hatine lêkolînekê amade bike û piştî planekê ji bo sererastkirina wan cihan deyne.

Şandeyê bi wê armancê serdana “Dêra Serciyos Webakhos” kir ku dîroka wê vedigere serdema Romanyan, wiha serdanek li “Mizgefta Fatîma El-Zehraa” pêk anî ku vedigere serdemên pêşîn ên Îslamê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.