Thursday, September 23, 2021
HomemanshetKenala avdanê ya “Kebiş Xerbî” tê amadekirin
manshetNûçe

Kenala avdanê ya “Kebiş Xerbî” tê amadekirin

REQQA – Komîteya Çandin û Avdaniyê bi hevrêziya li gel “Rêxistina Pîşesazên Pêşerojê” dest bi sererastkirina kenalên avdanê yên gundê Kebiş Xerbî yê Reqqayê kirine.

Di çarçoveya van xebatan de, 4 pir hatin sererastkirin û bi qasî 40 metre çargoşe bi çemetoyê hatine dagirtin.

Serperîştê projeyê li gel Rêxistina Pîşesazên Pêşerojê Qeys El-Elî got: “Şaxê Sererastkirinê yê Komîteya Avdanê van xebatan bi rêve dibe.”

El-Elî tekez kir ku pêdawîstiya cotkaran bi avê heye, lewma wan bi awayekî lezgînî dest bi karê sererastkirinê kiriye, her wiha dest bi amadebeşiyên demsala pembo kiriye.

El-Elî bal kişand ku ev kenal dikarin 7720 donim ji zeviyên çandiniyê bi av bide.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *