Saturday, May 28, 2022
HomeCihêrengGundek ji welatê min
CihêrengmanshetNûçe

Gundek ji welatê min

TEBQA – Gundê El-Widyan bi qasî 32 km dikeve rojavayê bajarê Reqqa û 17 km dûrî bajarê Tebqa ye. Li başûr gundê El-Siwêdiyê û li bakurê gund, gundê El-Fitêh heye. Ev gund weke deriyê Bendava Firatê tê nasîn.

Li gund 275 malbat hene piraniya wan ji eşîreya El-Bo Cabir in û ev eşîre dabeşî 4 malbatan dibe. Piraniya neştecihên gund li ser çandinî û xwedîkirina sewalan jiyan dikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk di destpêka sala 2017’an de gund ji rêxistina DAIŞ’ê rizgar kiribû û ji wê demê ve bi dehan ji şêniyên gund beşdarî nava Hêzên Sûriya Demokratîk bûn.

Piştî rizgarkirinê ji bo birêxistinkirina jiyana hemwelatiyan û pêşkêşkirina xizmetguzariyê komîn li gund hatin avakirin û ji aliyê rêveberî ve girêdayî Mala Gel a Gundê El-Mehmûdlî ne.

Li gund du dibistan hene. Dibistana navîn beriya ku şerê tunekirina DAIŞ’ê dest pê bike hatiye wêrankirin û dibistana seretayî piştî rizgarkirinê hate amadekirin da ku zarokên gund bikaribin perwerdeya xwe berdewam bikin.

Li gundê bi riya sazî û komînan pirsgirêkên ceyranê û ava vexwarinê jî hatine çareserkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *