Saturday, August 15, 2020
HomemanshetLi Stasyona “Bendava El-Huriyê” tranekî nû tê siwarkirin
manshetNûçe

Li Stasyona “Bendava El-Huriyê” tranekî nû tê siwarkirin

TEBQA – Rêveberiya Sivîl a bajarê Tebqa bi çareserkirina pirsigrêkên xizmetguzarî yên hemwelatiyan hewl dide jiyana di nava bajêr de asayî bike.

Di vê çarçoveyê de Komîteya Aborî li Tebqa bi hevrêziya li gel Rêveberiya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê transekî nû ji bo stasyona ceyranê ya Qada Bendava El-Huriyê peyda kir.

Komîte kar dike ku vî transî bixe xizmetê li gorî bingehînên taybet bi siwarkirina wê û girêdayî wê bi toreya ceyranê.

Endamê Hevserokatiya Komîteyê Ehmed Silêman got: “Em gihiştine qonaxên dawî yên siwarkirina trans û di demeke nêz de em ê bi toreya ceyranê ve girê bidin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *