Şaredariya Hesekê bajêr paqij dike û derman direşîne

0 591

HESEKÊ – Şaredariya Aliyê Rojhilat a bajarê Hesekê ji bo ku kêzik bi hatina germahiyê re zêde nebin, dest bi pêngava rakirina pincar û reşandina dermanê kêzikan dike.

Çavdêrê Şaxê Gulîstanan li Şaredariya Gel Hamid El-Hemed got: “Me beriya du hefteyan dest bi karê xwe kiriye û me karîbû gelek riyan ji pincarên zêde paqij bikin.”

Piştî paqijkirina tax û kolanan dê dest bi qonaxa reşandina dermanê kêzikan bikin ku ji aliyê komîteyên peywendîdar ve hatine peydakirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.