Friday, August 7, 2020
Homemanshet130 şervanên din tevlî QSD bûn
manshetNûçe

130 şervanên din tevlî QSD bûn

DÊRA ZORÊ – Akademiya Şehîd Egîd a li gundewarê rojavayê Dêra Zorê, duh pêncşemê dewreya perwerdeyê ya 130 şervanî bi dawî kir ku bi navê “Dewreya Şehîd Ehmed” hatibû organîzekirin.

Fermanarên Hêzên Sûriya Demokratîk, şêx û rûspiyên eşîreyên herêmê û nûnerên encumen û saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan û torenek leşkerî ji aliyê şervanan ve dest pê kir.

Ji fermanarên Hêzên Sûriya Demokratîk Goran Til Temir bixêrhatina hemû beşdaran kir û bidawîbûna dewreyê li şervanan pîroz kir.

Goran Til Temir tekez kir ku pêwîste şervan qural û sîstema ku di perwerdeyê de fêr bûne, di jiyana xwe ya leşkerî de pêk bînin.

Ji rûspiyên herêmê Şêx Xelef El-Esed jî axaftinek kir û diyar kir ku ew bi Hêzên Sûriya Demokratîk serbilind e.

Merasîm bi sondxwarina leşkerî û pêşandana tektîkên şer ji aliyê şervanan ve bi dawî bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *