ji bo dawiya sala perwerdeyê şano hatin pêşandan

0 564

HESEKÊ – Komîteya Çalakiyan a girêdayî Gerînendeya Perwerdeyê ya bajarê Hesekê îro bi boneya bidawîbûna sala perwerdeyê şanoyek organîze kir ku ji ailyê xwendekarên dibistanan ve hate pêşandan.

Şano li Navenda Çand û Huner a Taxa Miftî ya bajarê Hesekê pêk hat û bi dehan ji xelkê bajêr beşdar bûn.

Hevserokê Komîteya Çalakiyan Xelîl Mihemed got: “Sê dibistan beşdarî vê şanoyê bûne; Dibistana Zat El-Nîtaqên, Dibistana Ibin El-Raşid û Dibistana Ehmed Ze’ial. Şano di navên “Koçberî, Firoşkarê Zincîran û Berdêlên Azadiyê” hatin amadekirin. Armanc ji van şanoyan ew bû ku xwendekar û ciwanên me bikaribin zehmetiyên jiyanê derbas bikin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.