Saturday, August 15, 2020
HomemanshetJi bo rojiyê.. 200 paketên alîkariyan hatin belavkirin
manshetNûçe

Ji bo rojiyê.. 200 paketên alîkariyan hatin belavkirin

TEBQA – Projeya “Îftar Sa’im” ku ji aliyê hejmarek kesên dildar li bajarê Tebqayê tê birêvebirin alîkariyên weke fêkî, sebze, penêr, xurme û goşt ji bo hemwelatiyên hejar berdewam dike.

Ev însiyatîf armanc dike ku alîkariyan pêşkêş bike ji bo 1200 malbatên koçber, hejar, û kesên bê û sêwî. Lê îsal ji ber derfetên kêm, alîkarî bi awayekî rojane bi 200 malblatan re tê kirin.

Karîgehê projeyê Îssa El-Mebrûk bal kişand ku hin bazirgan û kesên dewlemend ji hemwelatiyên bajêr piştgiriya vê projeyê dikin û got: “Rojane 200 paketên alîkariyan têne belavkirin. Ji ber kêmbûna derfetan metirsî hene ku proje were rawestandin, em ji kesên xêrxwaz hêvî dikin ku destê alîkariyê dirêj bikin da ku em bikaribin projeyê berdewam bikin.”

El-Mebrûk zêde kir: “Ev di radeya yekem de karekî mirovahî ye. Hemû kesên di vê projeyê de kar dikin ji hemwelatiyên dildar ên bajarê Tebqayê ne.”

Hemwelatiyên bajêr spasiyên xwe pêşkêş kirin ji bo pêngaveke wiha di meha “Remezana Pîroz” de.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *