Saturday, January 22, 2022
HomeCihêrengNexweşxaneya El-Kesra.. Bi derfeteke biçûk xizmeteke mezin
CihêrengmanshetNûçe

Nexweşxaneya El-Kesra.. Bi derfeteke biçûk xizmeteke mezin

DÊRA ZORÊ – Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk gundewarê Dêra Zorê ji terorîstên DAIŞ’ê rizgar kir, Encumena Sivîl a Dêra Zorê yekser dest bi pêşxistina xebatên tenduristiyê kir û di dawiyia sala 2017’an de Nexweşxaneya El-Kesra ya Giştî vekir.

Nexweşxaneya El-Kesra ji ekîbeke tenduristî ya ji 25 doxtor, bijîşk û karmendan pêk tê her wiha dabeşî gelek aliyan dibe: Beşê Zarokan, Beşê Hundirî, Dil, Eseb, Jin, Emeleliyat û Dermanxane.

Li vê nexweşxaneyê her wiha alav û amûrên pêşketî, text û hemû pêdiviyên tenduristiyê têne peydakirin.

Nexweşxane bi awayekî rojane ji 350 hetanî 400 kesên nexweş pêşwazî dike û nêzî 40 emeliyatan çêdike.

Karîgerê Nexweşxaneyê Ehmed Imêr bal kiaşnd ku nexweşxane xizmeta tenduristiyê bêyî pere pêşkêş dike.

Imêr bi bîr xist ku wan di destpêka vevkirina nexweşaneyê de gelek astengî kiaşndine ji ber kêmbûna derfet û dermanan û di her 5 mehên destpêkê de zexteke mezin li ser nexweşxaneyê çêbûye. Wê demê nexweşên sivîl û leşkerên birîndar li nexweşxaneyê dihatin dermankirin.

Karîgerê nexweşxaneyê bang li tevaya rêxistinên navnetewî yên peywendîdar kir ku alîkariya pêwîst pêşkêş bike da ku bikaribe xizmeteke tenduristî ya berfirehtir pêşkêş bike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *