Bermahiyên şer ji Kolana “Til Ebyed tên derxistin

0 597

REQQA – Şaredariya Gel a bajarê Reqqayê li ser daxwaza hemwelatiyan, li Kolana “Til Ebyed” dest bi rakirina bermahiyên şer ên terorîstên DAIŞ’ê kir.

Ev kolan bi xwe teng e, lewma hebûna bermahiyan hişt ku tevgera trafîkê asteng bibe û ji ber vê yekê jî hemwelatî û xwediyên dikanan li cem şaredariyê giliyên xwe kirin.

Têkildarî mijarê Karîgerê Şaxê Xizmetên Teknîkî Emmar El-Hisên diyar kir ku wan li ser daxwaza welatiyan alavên xwe şandine û li wê derê bermahiyan radikin.

El-Hisên bi bîr xist ku wan di xebatên rakirina mayînan de gelek astengî kişandiye, nemaze derbaskirina kamyonên barhilgir di wê kolana teng de.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.