Saturday, June 25, 2022
HomeCihêrengUm Yasemîn.. Êşeke ku di nav xwe de çîroka Sûriyê vedişêre
CihêrengmanshetNûçe

Um Yasemîn.. Êşeke ku di nav xwe de çîroka Sûriyê vedişêre

TEBQA – Di şerê de tevî ku gelek êşên cuda derketin pêş, lê dîsa jî rewşa aboriya xerab dimîne êş û derdê herî mezin. Çîroka Um Yasemîn jî bi xwe re derdekî wiha radike.

Um Yasemîn jineke ku bi tena xwe li mala xwe ya li taxeke bajarê Reqqayê jiyan dike. Wê di malê de xweştirîn sal û mehên xwe derbas kiriye. Ew niha jî di heman malê de piştî mirina hevjînê xwe 5 zarokan xwedî dike.

Di serdema rêxistina DAIŞ’ê de hevjînê wê li dikana xwe ya li navenda bajêr bû. Wî nizanîbû ku ew kêliyên xwe yên dawî jiyan dike. Topek li nêzî dikana wî ket û bi giranî birîndar bû, di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Um Yasemen dema ku agahiya mirina hevjînê xwe bihîst, pir xemîn bû û ji ber xemgîniya zêde, çavê xwe winda dike.

Dema ku welatî ji ber topbaranê direviyan Um Yasemîn biryar da ku vegere cem malbata xwe ku li bajarê Tebqayê dimîne. Wê demê dayîk û bavê wê ji hev qut bibûn. Ji berê Um Yasemîn biryar dide ku tevî her 5 zarokên xwe li maleke serbixwe ya li Tebqayê jiyan bike.

Um Yasemîn dibêje: “Ez bi tenê me û kûr im. Lê ez ê zarokên xwe xwedî bikim û jiyana xwe bi van mercan de berdewam bikin ku tevahiya Sûrî jî tê re derbas dibin.”

Um Yasemîn tiştên di bala xwe de jî anî ziman û hêvî kir ku careke din çavê wê vegerin ku bikaribe çavên xwe bibîne ku dawiya şer û wêraniyê hatiye û aramî vegeriyaye dever û tevaya Sûriya bi aştî û biratê bi hev re jiyan dikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *