Wednesday, October 28, 2020
Homemanshet105 şervan perwerdeya ‘Komandoz’ bi dawî dikin
manshetNûçe

105 şervan perwerdeya ‘Komandoz’ bi dawî dikin

EYN ÎSSA – Akademiya Komandoz a Hêzên Sûriya Demokratîk beriya 3 mehan bi beşdariya 105 ji ciwanên herêma Firatê dewreya perwerdeyê ya sêyemîn bi navê “Şehîd Dilovan Minbic” destpê kiribû.

Di dewreya ku 90 rojan dewam kir de waneyên bîrdozî, leşkerî li ser tektîkên şer hatin dîtin.

Îro, ji bo bidawîbûna dewreyê merasîmek pêk hat. Fermandarên QSD û nûnerên Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê jî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan destpê kir, piştre ji fermandarên QSD’ê Cemîl Mezlûm axivî û bidawîkirina dewreyê li kesên derçûne pîroz kir, her wiha bal kişand ser rola hêzên taybet di qonaxa duyem a li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de.

Cemîl ji şervanan daxwaz kir ku li gorî pîvanên di dewreyê de fêr bûne tev bigerin.

Piştî axaftinan kesên tevlî dewreyê bûne sonda leşkerî xwarin û tektîkên şer ku di perwerdeyê de standine pêşkêş kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *