Wednesday, October 16, 2019
HomeÇalakîNexweşxaneya Niştîmanî ya Reqqa dîsa deriyên xwe vedike
ÇalakîmanshetNûçe

Nexweşxaneya Niştîmanî ya Reqqa dîsa deriyên xwe vedike

REQQA – Encumena Sivîl a Reqqayê, îro duşemê, bi beşdariya hevserokatiya encumenê û encumenên xwecihî Nexweşxaneya Niştîmanî ya Reqqayê vekir.

Ev nexweşxane ji ber mercên şer ku serdema rêxistina DAIŞ’ê ya terorîsts de ji kar hatibû rawestandin. DAIŞ’ê wê weke barageheke operasyonên xwe bi kar tanî, her wiha gelek alî ji nexweşane jî wêran kiribû.

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Encumena Sivîl a Reqqayê bi alîlkariya rêxistinên mirovahî bi awayekî hevrêzî dest bi xebatên amadekirina nexweşxaneyê kirin û ew sererast kirin.

Benê vekirina nexweşxaneyê ji aliyê Hevseroka Encumena Sivîl a Reqqa Leyla Mustefa û Hevserokatiya Komîteya Malbatên Pakrawanan ve hate birîn.

Di vê derbarê de Karîgerê Nexweşxaneyê Kessar El-Elî got: “Nexweşxane ji ber şer 3 salan ji xizmetê derketibû û bi rêjeya ji sedî 90 wêran bibû.”

Di nexweşxaneyê de hin beşên din ên pispor hatine vekirin mîna Beşê rewşên lezgîn û Beşê Gurçikan ku wê hefteya li pêş me bi alavên pêwîst were aamdekirin.

Wê Nexweşxaneya Niştîmanî ya Reqqayê xizmetên tenduristiyê bêyî pere ji bo hemwelatiyan pêşkêş bike.

El-Elî bal kiaşnd ku ew amade ne li gel hemû aliyan hevkariyê bikin di warê pêşxistina tenduristiyê de da ku bikaribe hemû cureyên xizmetê pêşkêşî hemwelatiyan bike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *