Tebqa cenazeyê Pakrawan Îbrahîm El-Cerrah oxir dike

0 562

TEBQA – Bi sedan hemwelatiyên bajarê Tebqa, îro duşemê, cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Îbrahîm El-Cerrah li Goristana Pakrawanan a bajêr oxir kirin, ku duh yekşemê dema li ser peywira canê xwe ji dest da.

Fermandarên leşkerî, endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Rêveberiya Sivîl a Tebqa û bi sedan ji xelkê deverê beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Piştî xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan û toreneke leşkerî li ser navê Komîteya Hundirîn a Encumena Sivîl a Tebqayê Nesrîn Ibêd axaftinek pêşkêş kir û ji bo tevaya pakrawanan dilovanî xwest.

Ibêd got: “Em îro lehenegekî ji lehengên Ewlekariya Hundirîn oxir dikin ku parastina vî welatî kiriye û ji bo azadî û rûmeta gel her tiştê giranbuha feda kiriye.”

Piştre Endamê Hevserokatiya Encumena Malbatên Pakrawanan Ebdulkereîm Îbrahîm axaftinek kir û got ku pakrawan Îbrahîm El-Cerrah di peywira parastina welat de canê xwe ji dest da û soza xwe dûbare kir ku riya pakrawanan berdewam bikin hetanî paqijkirina tevaya deverê ji qirêja terorê.

Paşê belgenemaya pakrawaniyê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê Îbrahîm El-Cerrah di nava tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi pakrawanan re li kêleka hevalên wî yên pakrawan hate veşartin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.