Tuesday, August 20, 2019
HomeDaxuyanî‘Divê hikûmeta Sûriyê li hevkariyeke niştîmanî ya rasteqîn bigere’
DaxuyanîmanshetNûçe

‘Divê hikûmeta Sûriyê li hevkariyeke niştîmanî ya rasteqîn bigere’

Wezareta Karê Derve ya Sûriyê di demekê de peyam ji bo Konseya Ewlekariya Navnetewî û Netewên Yekbûyî şandiye û tê de gelek derew û bêbextiyan di derheqê hêzên me de dike ku wan hêzan bi xwe herêma Dêra Zorê rizgar kiriye û hîna şerê şaneyên razayî li deverê dike.

Di wê peyamê de çend ji bêbextiyan hebûn ku tê têkiliya wan bi rastiyê ve tune ye.

Hêzên şerê şaneyên terorîst dike yên rasterast girêdayî Rêxistina DAIŞ’ê ne. Ev şane Çemê Firatê ji aliyê hêzên hikûmeta Navendî ya Şamê û milîsên girêdayî wê ve derbas dikin. Rêxistina DAIŞ’ê wan deveran weke navgîna tevgera xwe bi kar tîne da ku êrîşî aliyê rojhilatê Firatê bike û jiyayna xelkê li deverên rizgarkirî armanc bigire.

Divyabû ku hikûmeta Sûriyê li hevkariyeke niştîmanî ya rasteqîn ji bo şerê terorê bigere û bi hêzênn me û hêzên Hevpeymaniya Navnetewî re hevrêziyê bike da ku dawî li terorê were anîn, ne ku bibe xwedî helwesteke dijminahî û sîwanekê ji bo terorîstan çêbike û di heman demê de ked û rola hêzên me di serkeftina li hemberî DAIŞ’ê ji bîr bike.

Ji ber vê yekê em vexwendî ye ji bo bi objektîf û ji aliyê berjewendiyên niştîmanî yên Sûriyê li vê dosyayê binêre. Pêwîste hewldanên yekbûyînê xurt bibin ji bo dawî li rêxistina tororîst were, ne ku aliyekî bireve û berê xwe bide saziyên navnetewî da ku piştgiriyekê ji bo terorîstan peyda bike.

Kîno Gabiryêl

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk

14’ê gulana 2019’an

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *