Thursday, June 17, 2021
HomemanshetHêzên me ‘Terorîstekî xeternak’ li Silûkê girtin
manshetNûçe

Hêzên me ‘Terorîstekî xeternak’ li Silûkê girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk bi alîkariya Hevpeymaniya Navnetewî di 13’ê gulana 2019’an de operasyoneke taybet a hevbeş li herêma Silûk a Girê Spî pêk anîn.

Di encamê de kesê bi navê Telal Şinêr hate girtin ku bi navê Ebû Hemmam tê naskirin û berpirsê gelek sûcên mezin di nava DAIŞ’ê de ye û heta beriya were girtin jî têkiliya wî bi DAIŞ re berdewam dikir.

Operasyonên bi vî rengî wê bikaribin rê li pêşiya rêxistina DAIŞ’ê bigirin ku dixwaze çalakiyên terorîst li deverên Firatê pêk bîne.

Weke Hêzên Sûriya Demokratîk bi alîkariya tevaya beşên civakê, şêx û rûspiyên eşîreyan em ê aramî û ewlehiya herêma xwe û giştî Sûriyê biparêzin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *