DÊRA ZORÊ – Xalbeneke Hêzên Ewlehiya Hundirîn li gundên bajarokê Hecînê ji aliyê şaneyeke terorîst ve hate armancgirtin û şer derket.
Di encamê de 2 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn tevlî karwanê pakrawanan bûn û koma terorîst jî neçar ma ku paşde vekişe û bireve.
Piştre aliyên têkildar ên Hêzên Sûriya Demokratîk dest bi lêgerîn û lêpirsînan kirin û di encamê de 3 terorîst û ajokarekî wan girtin û bi wan re çek û cebilxane hate desteserkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk