Tuesday, November 24, 2020
HomemanshetReqqa pakrawanekî xwe oxir dike
manshetNûçeŞehîdên me

Reqqa pakrawanekî xwe oxir dike

REQQA – Xelkê bajarê Reqqa îro sêşemê bi merasîmeke girseyî cenazeyê pakrawan Eymed Mihemed El-Osman oxir kirin.

Di merasîmê de fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Ewlehiya Hunidîrîn û Hêzên Parastina Civakî beşdar bûn.

Merasîm li goristanê bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan û toreneke leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî ve dest pê kir.

Li ser navê Hêzên Parastina Civakî Silêman El-Ebid axivî û ji bo malbata pakrawan sersaxî xwest. El-Ebid got: “Ji bo gelê me bi xêr û xweşî jiyan bike, wan lehengan canê xwe ji dest da. Em soz didin gelê pakrawanên xwe ku em ê riyan wan hetanî dawiyê berdewam bikin.”

Piştre bi navê Encumena Sivîl a Reqqayê Mişlib El-Derwîş axivî: “Biryara me yek e, yan em bi rûmeta xwe li ser xaka xwe bin an jî em di bin vê axê de bibin pakrawan.”

Piştî xwendina belgenameyê û nimêja li ser cenazeyê, darbesta Ehmed El-Osman jî li kêleka rêhevalên wî hate veşartin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *