Sunday, June 26, 2022
HomemanshetFocê Agirkujiyê yê Tebqayê firehtir dibe
manshetNûçe

Focê Agirkujiyê yê Tebqayê firehtir dibe

TEBQA – Komîteya Rêveberiyên Xwecihî û Şaredariyan a Tebqayê li deverê du navendên nû yên agirkujuyê vekiriye û bi vê yekê focê agirkujiyê yê herêmê firehtir kiriye.

Komîteyê li Qada Agirkujiyê ya bajarê Tebqa hevdîtinek li gel wan kesan kir ku dixwazin kar bikin, û di encamê de ji bo navenda bajarokê El-Mensûra 8 endam û ji bo navenda El-Ciriniyê 8 kes hatin peywirdarkirin.

Karîgerê Focê Agirkujiyê yê Tebqa Îsmaîl El-Mebrûk got: “Herdu navendên me wê hefteya bê dest bi kar bikin. Ev gav bi nêzîkbûna demsala hilgirînê ya çandiniyê pêk hat da ku rê li ber şewata zeviyên çandiniyê were girtin.”

El-Mensûra û El-Ciriniyê dikevin navgîna gundewarê Tebqayê û dûrî bajêr in, lewra ew der ji bo vekirina navendên agirkujiyê hatin diyarkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *