Ji bo malbata pakrawan Salih El-Mehmûd sersaxî tê xwestin
REQQA – Saziya Karûbarên Malbatên Pakrawanan a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk, Encumena Malbatên Pakrawanan a bajarê Reqqa, Encumena Sivîl a Reqqa, encumen û komînên taxan îro ji bo malbata pakrawan Salih El-Mehmûd sersaxî xwestin.
Di serdanê de Endamê Saziya Karûbarên Malbatên Pakrawanan Ruqeyya El-Hisên axaftinek pêşkêş kir û ji bo pakrawan Salih dilovanî hêvî kir.
El-Hisên got: “Pakrawan ew in ku canê xwe bi erzanî ji bo welatê hêja û azad feda kirine. Bêyî xwîna van pakrawanan me nikarîbû tiştekî bi ser bixin. Bi saya wan îro zarokên me di nava ewlehiyê de perwerdehiya xwe dewam dikin. Em soz didin pakrawan Salih û tevaya pakrawanan ku riya wan berdewam bikin.”
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk