Şagirtên Tebqa bawernameyên xwe werdigirin

0 564

TEBQA – Rêveberiya Dibistanan a bajarê Tebqa û gundewarê wê îro pêncşemê piştî bidawîbûna ezmûnên dawiya salê, bawername li şagirtan belav kir. Bi vê yekê re deriyên dibistanan û betlaneya havînê dest pê dike.

Li gorî zanyariyan, îsal şagirtan bi giştî encamên baş bi dest xistine. Ev jî tê wateya ku xebateke pir girîng û mezin ji bo dibistanan hatiye kirin û atmosfereke baş ji bo perwerdehiyê hatiye amadekirin.

Mamosteyê Dibistana “Fayîz Mensûr” Ehmed El-Nayîf dibêje: “Me îro bawername li xwendekaran belav kir û me şagirtên serkeftî jî xelat kirin da ku asta xwe biparêzin.”

Şagirt jî bi wergirtina bawernameyên xwe pir kêfxweş bûn, nemaze ku wê derbasî refekî din ê perwerdehiyê bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Perwerde û Hîndekariyê wê bernameya xwe ya perwerdehiyê ji bo mamosteyan di betlaneya havînê de jî berdewam bike. Ev bername yekseser piştî Meha Remezanê dest pê dike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.