Tuesday, November 24, 2020
HomeCihêrengŞirketa Geşkirina Civaka Çandinî dê 400 hezar ton genim werbigire
CihêrengmanshetNûçe

Şirketa Geşkirina Civaka Çandinî dê 400 hezar ton genim werbigire

HESEKÊ – Îsal li herêmên Sûriyê baranên zêde bandoreke erênî li zeviyên çandiniyê weke genim û ceh kiriye. Li herêmên bakurê Sûriyê jî ev berhem weke çavkaniya sereke ya jiyanê ye û berhemên van herêman ji sedî 60 ji giştî berhemdariya Sûriyê ye.

Şirketa Geşkirina Civaka Çandinî li Kantona Hesekê bi temîniya Rêveberiya Xweser dê îsal berhemên çandiniyê ji cotkaran werbigire û li cihên taybet ambar bike.

Hevserokê Şirketê Behrem Dawûd da xuyakirin ku şirketê ambarên li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê amade kirine. Ew ambar ji berhemên sala borî hatine valakirin û ew berhem ji bo ambarên yedek hatine veguhestin, her wiha bi dermanê paqijkirinê hatine reşandin.

Li gorî axaftina hevserokê şirketê, ew ambarên hanê dê nêzî 400 hezar ton ji berhemên çandiniyê werbigire.

Dawûd diyar kir ku taximekî taybet û pispor hatiye erkdarkirin ji bo lêkolînkirina genim û cudakirina yê baş û nebaş ji nava hev.

Derbarê buhayê kirîna genim û ceh de jî wê di civîna hefteya bê ya Gerînendeya Çandiniyê de were eşkerekirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *