Wednesday, October 16, 2019
HomeCihêrengLi Reqqa xwarinên demborî hatin girtin
CihêrengmanshetNûçe

Li Reqqa xwarinên demborî hatin girtin

REQQA – Şaxê Zabîte yê girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Reqqa di gereke xwe ya di nava bazar û dikanan de, hin madeyên xerabe û demborî desteser kir.

Şopdara Zabîteya Pêjiyanî Secîla El-Sayîr derbarê gera xwe de got: “Gerên me berdewam dikin bi awayekî rojane. Li hin bazarên sereke yên Reqqa hin madeyên demborî hatin dîtin, me pêşnûmeyek bi wan madeyan nivîsan. Ev made dê li cihekî taybet û diyarkirî werin tunekirin, her wiha xwediyên wan dikanan ku dixwazin bi bazaran bilîzin werin sizakirin.”

El-Sayîr got jî: “Em gerên xwe di Meha Rojiyê de zêde dikin da ku rê li pêşiya wan kesan bigirin ku dixwazin madeyên xerabe bifiroşin hemwelatiyan.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *