Tuesday, August 20, 2019
HomeCihêrengNexweşiya “Întrokisîmya” jiyana sewalan dixe metirsiyê
CihêrengmanshetNûçe

Nexweşiya “Întrokisîmya” jiyana sewalan dixe metirsiyê

HESEKÊ – Komîteya Çandinî û Sewaldariyê ya girêdayî Saziya Aborî ya bajarê Hesekê ji bo belavkirina dermanê nexweşiya “Întrokisîmya” di nava yekîneyên xwe de digere, da ku hêza sewalan a parastina ji nexweşiyan bêhtir xurt bibe.

Endamê Komîteya Çandinî û Sewaldariyê Ehmed Îssa da xuyakirin ku nexweşiya “Întrokisîmya” an jî “jehriya xwînê” nexweşiyeke li gel hesp, bizin û pez derdikeve. Ew sewal dema bi wê nexweşiyê dikevin, nema xwarinê dixwun û hertim xwe li erdê dirêj dikin.

Derbarê sedemên vê nexweşiyê de jî Îssa got ku ev nexweşî vedigere Bekterya ku bi xwe jehrê belav dike, ew jehr ji roviyan ber bi xwînê ve tê belavkirin. Ji ber wê yekê di demeke lezgîn de ew nexweşî li laşê lawiran belav dibe.

Îssa derbarê parastina ji nexweşiyê got: “Divê xwedî sewalan baş li wan miqate be, êmê wan li gorî pîvanên diyarkirî bide wan. Cihekî fireh ji bo wan sewalan were danîn, her wiha sewalên sax û yên nexweş ji hev werin cudakirin, her wiha derzî ji bo wan sewalan bête xistin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *