DÊRA ZORÊ – Di çarçoveya pêngava me ya li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst û şaneyên razayî de, hêzên Anti Teror ên girêdayî hêzên me bi alîkariya Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî îro sibehê operasyoneke li dijî şaneyeke DAIŞ’ê li herêma Tiwêmîn a li bakurê rojhilatê Dêra Zorê pêk anîn.
Di encama wê operasyonê ded tevahiya endamên şaneya razayî ku bi giştî 6 terorîst bûn, hatin kuştin, di nava wan emîrê şaneyê jî hebû.
Yekîneyên me di çarçoveya vê operasyonê de hejmarek ji çek û cebilxane bi dest xistin: Çekên Klaşinîkov, demançe, bombeyên destan, teqemenî, rextên bombekirî. Terorîstên DAIŞ’ê ev çek û cebilxane di êrîşên terorê yên li deverê de bi kar tanîn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk