Wednesday, December 2, 2020
HomemanshetXelkê Hesekê pakrawanekî xwe oxir dikin
manshetNûçeŞehîdên me

Xelkê Hesekê pakrawanekî xwe oxir dikin

HESEKÊ – Îro şemiyê bi sedan ji xelkê bajarê Hesekê û gundên derdora wê pakrawanên ku di oxir azadî û rûmetê de canê xwe ji dest dane, bi bîr anîn.

Di merasîma bîranîna wan pakrawanan de, darbesta pakrawan Ehmed El-Berak ku di şerê bajarokê Baxozê de birîndar bû hate oxirkirin.

Pakrawan Ehmed El-Berak piştê birîndariya xwe demekê li Nexweşxaneya Şehîd Sariya maye û piştre jiyana xwe ji dest daye.

Merasîm li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê bi xulekek rêzigrtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir, piştre li ser navê Encumena Malbatên Pakrawanan Ibrahîm Heyder axivî.

Heyder got: “Em bejna xwe li pêşbirî dayîkên pakrawanan û zarokên wan ên pakrawan ditewînin. Şaneyên razayî û dewletên ku piştgiriya wan dikin hewl didin projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser têk bibin.”

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk Şiyar Delîl axaftinek bi navê hêzên leşkerî pêşkêş kir û soza xwe ya ji bo berdewamkirina riya pakrawanên azadiyê dûbare kir.

Delîl tekez kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk karîbû li meydana şer rêxistina DAIŞ a terorîst bişkîne û wê hertim li pey şaneyên wê be, hetanî kuk aştî li tevahiya xaknîgariya Sûriyê serwer bibe.

Di dawiyê de belgenameya pakrawan radestî malbatê hate kirin û darbesta wî di nava tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi pakrawanan re hate oxirkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *