Friday, October 23, 2020
HomemanshetHesekê ji bo pirsgirêka şewata zeviyan çareseriyan datîne
manshetNûçe

Hesekê ji bo pirsgirêka şewata zeviyan çareseriyan datîne

HESEKÊ – Encumena Kantona Hesekê, îro yekşemê, civîneke berfireh ji bo focê agirkujiyê û nûnerên şaredarî û gerînendeyên çandinî û Komîteya Parastina Cewherî li dar xist.

Armanc ji civînê ew bû, li hemberî şewitandina zeviyên çandiniyê rê were birîn û tedbîrên pêwîst werin girtin.

Civîn bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir, piştre Hevseroka Kantona Hesekê Civîn Remo axivî û tekez kir ku pêwîste ew li hemberî şewatan amade bin bêyî ku li sedemên rûdana şewatê binêrin.

Di civînê de raportên komîteyên beşdar hatin xwendin û li ser van xalbendan hat lihevkirin:

-Li hemû deveran odeyên rewşên awerte werin avakirin: Ew ode ji Serokê Şaredariyê, nûnerekî komîteya çandiniyê, nûnerekî Hêzên Parastina Cewherî û nûnerên komînên gundan pêk were. Her hin alavên şaredariyan jî werin diyarkirin da ku yekser destwerdanê bikin dema ku şewatekê pêk were.

-Pêwîste dewriyeyên Hêzên Parastina Cewheerî li bajarok û gundan werin zêdekirin, her wiha ji xelkê re were xuyakirin ku cixareyên xwe navêjin kêlekên riyan û divê pincarê li kêleka riyan were cotkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *