Pakrawan bi vêxistina findan tên bibîranîn

0 572

REQQA – Encumena Malbatên Pakrawanan bi boneya 18’ê Gulanê (Roja Pakrawanan) li bajarê Reqqa merasîmên bîranînê organîze kirin û li ser gorên pakrawanan find vêxistin.

Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, Rêveberiya Sivîl a Reqqa, komîte, sazî, malbatên pakrawanan û hejmarek ji xelkê bajarê Reqqayê beşdarî merasîman bûn.

Merasîm bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir, piştre li ser gora her pakrawanekî findek li pêşiya wêneyê pakrawan hate danîn.

Bi navê Encumena Malbatên Pakrawanan Ebûd Ewed axaftinek pêşkêş kir û tê de behsa cangoriyên azadiyê kir ku ji bo parastina gel û xaka welatê xwe canê xwe feda kirine û di riya jiyana azad a dûrî zordarî û koledariyê tevlî karwanê pakrawanan bûne.

Li ser navê hevjînên pakrawanan jî Lemya El-Elî (Hevjîna Pakrawan Ebû Feysel) axaftinek kir û got: “Serkeftinên ku çêbûne bi saya fedakariya pakrawanan û lehengiya Hêzên Sûriya Demokratîk pêk hatine. Em domdarin li ser soza xwe û em dê bi hevkariya hêzên me dawiyê li şaneyên terorîst bînin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.