Wednesday, October 28, 2020
HomemanshetŞaredarî reşandina dermanê kêzikan berdewam dike
manshetNûçe

Şaredarî reşandina dermanê kêzikan berdewam dike

HESEKÊ – Ji ber guhertinên di rewşa hewayê de, di dema dawiyê de gelek cureyên kêzikan li bajarê Hesekê belav bûne ku ziyanê digihînin mirovan.

Ji ber wê yekê Komîteya Hawirdorê ya alavên reşandina dermanan peyda kir û dest bi reşandina derman kir.

Serokê Şaxê Tenduristî û Hawirdorê yê Şaredariya Gel a Rojhilatê Hesekê Mihemed El-Licî tekez kir ku ew  bi baldariyeke xurt derman li deverên giştî belav dikin û di vê derbarê de komîteyê bernameyek taybet bi herêmên ku dê werin dermankirin, amade kiriye.

Bi gotina El-Licî, di halê hazir de herêmên ku şênkahî lê zêde ye, têne dermankirin. Ji ber cihên pincar û şênkahî lê pir bin, kêzik jî lê zêde ne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *