TEBQA – Encumena Malbatên Pakrawanan ji bo bîranîna pakrawanên herêma Tebqayê merasîmek li dar xist û soza pêkanîna tevahiya armancên pakrawanan dûbare kir.
Di wê merasîmê de Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, Encumena Sivîl a Tebqa, komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl amade bûn.
Piştî xulekek rêzgirtinê, gorên pakrawanan bi findan hatin xemilandin.
Di merasîmê de Hevserokê Encumena Cîbicîkar a Encumena Sivîl a Tebqa Hind El-Elî axaftinek kir û tê de behsa pakrawanan û girîngiya rola wan di serkeftinên herêmê de anî ziman.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk