Saturday, July 4, 2020
Homemanshet150 şervan tevlî Hêzên Komandos dibin
manshetNûçe

150 şervan tevlî Hêzên Komandos dibin

EYN ÎSSA – Akademiya Komandoz a Hêzên Sûriya Demokratîk li navçeya Eyn Îssa îro dewreyeke perwerdeya Hêzên Taybet a 150 şervanî di bin navê “Dewreya Şehîd Adil Minbic” de vekir.

Torenên vekirina dewreyê bi beşdariya fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, bi kêliyeke rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir.

Ji fermandarên akademiyê Mehmûd Qeremox axaftinek kir û bal kişand ser gefxwarinên li ser herêmê, piştî têkbirina DAIŞ’ê di warê leşkerî de, her wiha hişyarbûna şaneyên razayî û got: “Ev rewş kedekê di warê perwerdehiyê de dixwaze”

Di dawiya torenê de sonda leşkerî hate xwarin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *